Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li dijî zêdebûna zextên li ser qada sivîl, li Amedê bi rêxistinên maf, ked û pîşeyî re li ber Bîrdarîya Mafên Mirovan a Parqa Koşûyolû daxuyanîyek da.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li dijî zêdebûna zextên li ser qada sivîl, li Amedê bi rêxistinên maf, ked û pîşeyî re li ber Bîrdarîya Mafên Mirovan a Parqa Koşûyolû daxuyanîyek da.
Berîya daxuyanîyê Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û wiha got, “Ne mumkûne mirov vê sîyaseta cûda ya dewletê fêm bike. Girtina kesên ku dixwazin biaxivin tê çi wateyê? Em hene û em ê hebûna xwe bidomînin.” Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fincanci jî wiha got, “Me tu carê dev ji têkoşîna mafên mirovan berneda û em ê dev jê bernedin.” Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî xwend û wiha, “Bê guman binçavkirin û girtinên vê dawîyê bi heyama hilbijartinê re hevdem bûn û dibe ku ev yek bandorê li ewlehîya hilbijartinê bike. Em daxwaz dikin ku hemû parêzvanên mafên mirovan, sîyasetmedar, parêzer û xebatkarên çapemenîyê yên ku hatine binçavkirin û girtin tavilê serbest bên berdan.”