Rapora karzan a têkildarê qezaya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de ku di 20’ê tebaxê de pêk hatibû û 20 kesan jîyana xwe ji dest dabû, hat amadekirin.
Rapora karzan a têkildarê qezaya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de ku di 20’ê tebaxê de pêk hatibû û 20 kesan jîyana xwe ji dest dabû, hat amadekirin.
Di rapora karzan de hat aşkerekirin ku ajovanên tirê Ûmût G. û Yûnûs Ş. rêgezan binpê kirine û di encama binpêkirinê de qeza pêk hatîye û raporê wiha domandin: “Yên ku di qezayê de jîyana xwe ji dest dane nebûne sedem ku qeza pêk were, lê TIR û fîrmayên taşeron ku romorkan şandine, berpirsîyarîyên xwe neanîne cih û ji qezayê wek berpirsîyar hatin dîtin.” Her wiha di raporê de cih hat dayîn îddîaya; cihê qezayê de xebata asfaltê dihat kirin û ji ber vê yekê lêpirsîn hat kirin û di encama lêpirsînê de hat dîyarkirin ku qisûrên sazîyên dewlet û polîsan tune ye.