Walîyê Amedê û Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin Mûnîr Karaloglu, îro ji ber peywira xwe hatiye dûrxistin, xatir ji Amedê xwest.
Walîyê Amedê û Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin Mûnîr Karaloglu, îro ji ber peywira xwe hatiye dûrxistin, xatir ji Amedê xwest. Karaloglu, ji hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir. Karaloglu wiha got; “Hûn ji salekê re dibêjin çi! Mehek dibe, lê hûn difikirin ku rojek e, salek dibe, lê hûn difikirin ku duh e. 2 salên dawî wek 2 rojan bû. Îro xatir ji Amedê dixwazim ku wek mala min bû. Di nav xelkê Amedê de, ji kerem bikin navê min jî binivîsin. Bi xatirê te Amed. Ser sera û ser çava.”