Hunermend Kadîr Çat li navçeya Efelera Aydinê ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bername lidarxistibû, bi hinceta strana Kurdî bi deng kirîye hat binçavkirin.
Hunermend Kadîr Çat li navçeya Efelera Aydinê ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bername lidarxistibû, bi hinceta strana Kurdî bi deng kirîye hat binçavkirin.
Hat dîyarkirin ku ji alîyê Midurîyeta Emnîyetê ya Bajêr a Aydinê bi talîmata dozgerîyê hunermend hat binçavkirin û wî birin emnîyetê. Hat ragihandin ku piştê karên îfadeyan Kadîr Çat serbest hat berdan. Kadîr Çat derbarê binçavkirinê de nivîsek parvekir û wiha got: “Piştê konserta Aydinê ji ber strana Kemar Pîr wan min girtin bin çavan. Hinek berê min serbest berdan. Ez baş im, kêfa min li cîh e. Wê huner bêdeng nemîne.”