JINAN LI DERSÎMÊ JI BO GULÎSTAN DOKU DENG RAKIRIN
Platforma Jinan a Dêrsimê bi şîara “Li dijî xizanî, newekhevî, tundî û şer, têkoşîneke birêxistinî” di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji Kolana hunerê heta Qada Seyîd Riza meşîyan.
Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Fatoş Taşkale di daxuyanîya çapemenîyê de bi bîr xist ku Gulîstan Doku nehatîye dîtin û wiha got; “tundî, tacîz û destdirêjîya li ser jinên li bajêr dijîn, bi taybetî xwendekarên zanîngehê bi awayekî sîstematîk berdewam dike.”
Parlamentera Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) ya Dêrsimê Ayten Kordu jî di daxuyanîyê de axivî û wiha got; “Em li her derê ne, em ê li her derê bin. Em bi felsefeya 'Jin jîyan azadî' dimeşin."