Jinên Taxa Kabê ji ber ku ava wan nayê rêya sereke li trafîkê girtin û ji vê rewşê re gotin “bes e.
” Li gorê nûçeya Tîgrîsê, jinên Taxa Kabê ya navçeya Sûr a Amedê ku ji bo balê bikişînin ser ava ku ev 6 roje nayê, daketin kolana sereke, dîyar kirin ku dixwazin peyamek bidin rayedaran.
Jinan anî ziman ku gelek caran rayedaran hişyar kirine, lê belê pirsgirêka avê hê jî nehatîye çareserkirin û ew jî neçar mane û vê çalakîyê ceribandine. Jinên Taxa Kabê wiha gotin; "Niha em li bendê ne ku werin pirsgirêka avê çareser bikin."