Namzetên ku ji bo Ezmûna DGSê ji herêma erdhejê serî lê bidin, wê heqê ezmûnê jê nayê wergirtin.
Namzetên ku ji bo Ezmûna DGSê ji herêma erdhejê serî lê bidin, wê heqê ezmûnê jê nayê wergirtin.
Serokê Navenda Hilbijartin û Bicihkirina Xwendekaran (ÖSYM) Bayram Alî Ersoy, derbarê mijarê de daxuyanî da û got, "Em ê ji namzedên ku li Edene, Semsûr, Amed, Elezîz, Dîlok, Hatay, Mereş, Kilîs, Meletî, Osmanîye, Riha, Sêwas-Gurûnê û ji yên piştê erdhêja 6ê Sibatê li wir diman, wê heqê serîlêdana ezmûna DGSyê jê neyên wergirtin.
Di serlêdanên YKS û KPSS'ê de me dîyar kir ku em ji namzetên ku ji herêma erdhejê serlêdan dikin tu berdêl nastînin. Em vê helwesta xwe diparêzin." ÖSYM'ê ragihand ku serlêdanên ji bo DGS'ê yên ku wê di 16'ê Tîrmehê de bên kirin, ji îro pê ve dest pê kirine.