Wezareta Karûbarên Hundirîn ji bo walîtîyên 81 bajaran re derbarê qaçaxtîya metamfetamîn û bikaranîna wê de giştîname şand.
Wezareta Karûbarên Hundirîn ji bo walîtîyên 81 bajaran re derbarê qaçaxtîya metamfetamîn û bikaranîna wê de giştîname şand.
Di giştînameyan de dan zanîn ku folyoyên elemyon û şûşeyên parfuman di bikaranîna metamfetamînan de dikare were şûxilandin û ji bo pêşî li vê were girtin divê berpirsiyar kar bikin. Di giştînameyê de hat dîyarkirin ku derbarê firotina aparatên ku ji bo metamfetamînê tên bikaranîn wê lêpirsîn were kirin û her wiha ji bo haydarkirina gel wê kargehên perwerdehîyê werin lidarxistin. Materyalên wek afiş û broşur di vê pêvajoyê de bi awayekî berbelav wê werin bikaranîn.