Şaxa Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) ya Amedê, li dijî guhertina plansazîya îmarê ya ji "Qada Tenduristîyê" bibe "Qada Bazirganîyê" bûn û daxwaza betalkirina biryarê kirin.
Şaxa Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) ya Amedê, li dijî guhertina plansazîya îmarê ya ji "Qada Tenduristîyê" bibe "Qada Bazirganîyê" bûn û daxwaza betalkirina biryarê kirin.
Yekîtîya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkîyeyê (TMMOB) ya Şaxa Amedê, ji bo malekê ku li Taxa Barişê ya Navçeya Kayapinarê ye û qeyûmê berê yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Mûnîr Karaloglu vê malê ji statûya "herêma tenduristîyê" veguherîye "herêma bazirganî" bertek nîşan kirin. Di daxwaznameya îtirazê ya ku pêşkeşê Midûrîyeta Pêşketin û Bajarvanîyê ya DMM’yê hat kirin de, hat dîyarkirin ku parsela di Plana Qadên Taybet a di derbarê parselê de "Herêma Tenduristîyê" ye lê weke "Herêma Bazirganîyê" hatiye plankirin. Hat xwestin ku sepana qadkirinê ya di parsela eleqedar de, li dijî Rêziknameya Çêkirina Planên Cîh a di merîyetê de ye û divê bê betalkirin.