JI SEROKÊ OSB’Ê BANGÊ JI BO KARSAZAN: WERIN LI AMEDÊ PIŞTGIRÎYÊ BIKIN
Karsaz Mustafa Fîdan ku cara duyemîn bû Serokê Lîjneya Rêveberîya Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (DOSB), banga piştgirîyê li karsazan kir.
Karsaz Mustafa Fîdan ku cara duyemîn bû Serokê Lîjneya Rêveberîya Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (DOSB), banga piştgirîyê li karsazan kir. Fîdan, behsa projeyên ku pêşkêşê raya giştî kirin kir. Fîdan, di derbarê mijarê de wiha got; “Armanca me ya ewil avakirina Lijneya Şêwirmendîya Bilind (DOSB YÎK) a li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê û zêdekirina îstîhdam û piştgirîyê ye. Armanca me zêdekirina îstîhdama ciwanên me ye. Nêzê mîlyonek nifûsa me ya ciwan heye û ji bo zêdekirina îstîhdamê divê em piştgirîyê zêde bikin. Ez karsazan vedixwînim Amedê. Piştgirîyê xwe werin li Amedê bikin û em jî ji bo we çi ji destê me tê em ê bikin. Werin em bi hev re bixebitin û xizmeta vî welatê bikin."