Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) li Enqereyê 9’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) li Enqereyê 9’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de Duzgun Kaplan wek serokê nû yê partîyê hat hilbijartin û Meclîsa Partîyê jî hat eşkerekirin. Di kongreyê de Serokê Berê yê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemîr axivî û dîyarkir ku partîya wî yek ji muxatabên çareserîya pirsgirêka kurd e. Epozdemîr dîyarkir ku divê pirsgirêka kurd bi muzakere, rêyên dîplomatîk û rêbazên modern bê çareserkirin.