Ji rojnamevanên di operasyona Amedê de hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin.
Ji rojnamevanên di operasyona Amedê de hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin.
Di operasyona ku 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê derbarê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû û ji wan 128 kes di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, Rojnamevan Bêrîtan Canozer, Abdûrahman Gok, Mehmetşah Orûç û Remzî Akkaya hatin girtin.
HUNERMEND ELVAN KOÇER Û ŞAHPER ALPHAN BEYHAN SERBEST HATIN BERDAN
Li alîyê din Hunermend Elvan Koçer ê ji alîyê Dadgerîya Cezaya Sulhê ve bi biryara kontrola edlî sewqê dadgehê hat kirin, serbest hat berdan.
Hunermendê Şanoyê Şahperî Alphan Bayhan jî, piştê îfadeya dozgerîyê serbest hat berdan.