Yek ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê Mahfuz Akgul, duh bi şev li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê koça dawî kir û çû ber rehma Xwedê.
Yek ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê Mahfuz Akgul, duh bi şev li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê koça dawî kir û çû ber rehma Xwedê.
Akgul ku bi têkoşîna xwe ya ji bo Heskîfê, bi taybetî Çemê Dîcleyê dihat naskirin, demek bû li dijî pençeşêrê diberxwe dida. Cenazeyê Akgul birin bajarê wî Sêrtê. Endam û rêveberên ÎHD'ê jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştê definkirinê ji bo Akgul, ji Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê peyama sersaxîyê hat weşandin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em ji ber wefata hevrêyê xwe gelekî xemgîn in. Cihê wî bihişt e û çira hevrêyên wî ne.”