Dadger biryar da ku girtî û mehkûmên ku li Amedê li dijî lêpirsîna dîsîplînê îtîraz kirine, derbarê parastina bi Kurdî de "mafê xwe yê bêdengîyê bi kar anîne.
Li Sazîya Cezaya Ewlekarîya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê, di 25'ê Tebaxê de di jimartina danê sibê ya li qawîşekê de, ji ber ku memûrê girtîgehê ferman da girtiyekî û ser vê nîqaş derket.
Ji bo girtiyên din ên ku bi dirûşmeyên piştgirîyê dema girtîyek dibirin hucreya yek kesî, cezayê îdarî û disîplînê hat dayîn.
Di danişîna li 3'yemîn Dadwerîya Înfazê ya Amedê ya 49 girtî û hikumxwarên ku li hemberê cezayê dîsîplînê îtîraz kiribûn de, dadger ji daxwaza parastina bi Kurdî ya girtîyan re şertê 'heqê werger' nîşan da.
Dadger, derbarê girtî û mehkûmên ku şert qebûl nekirin an jî ji bo heqê wergêrê daxuyanî nedane û parastina xwe ya bi Kurdî