Biryara cezaya hepsê ya ji bo Parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ku heqaret li Serokkomar kirîye hatîye dayîn, birin Dadgeha Bingehîn (AYM).
Biryara cezaya hepsê ya ji bo Parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ku heqaret li Serokkomar kirîye hatîye dayîn, birin Dadgeha Bingehîn (AYM).
Parlamenterê berê yê HDP’ê dema 2016’an de hatibû binçavkirin îfadeya xwe da dozgerîyê û di îfadê de got: “Rabirdûya Erdogan bi qirêjîyan re tijî ye.” Ji ber vê gotina wî bi îdîaya heqaret li Serokkomar kirîye ji alîyê Dadgeha Cezayê ya Aslîyeyê ya 12’emîn a Amedê, 10 mehan cezaya hepsê lê hat birrîn. Onder derbarê vê biryarê de îtîraz da Dadgeha Cezayê ya Giran a 7’emîn û hat dîyarkirin ku îtîraza wî hatîye redkirin. Parêzerê Onder, Serdar Çelebî biryarê bir Dadgeha Bingehîn û digel îtîrazê daxwaza tazmînatê ya madî û manewî kir.