Ji nevîyê Şêx Seîd re ji alîyê dadgehê ve cezaya “her roj li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ala Tirk parve bike” hat birrîn.
Noşîn Firat ku yek ji nevîyên Şêx Seîd e, ji ber parvekirinên wê yên 8 sal berê bi îdîaya “propagandaya terorê” hatibû binçavkirin.
Di biryara derbarê Firat ê ku bi kontrola edlî hat berdan, ev agahî hatin dayîn: "Divê her roj ala Tirk li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve bike û heke parve neke jî divê pêvajoya girtinê ji nû ve bê ber çavan.
Noşîn Firat bi biryara dadger li ser hesabên xwe yên medyaya civakî dest bi parvekirina alê kir.
Nevîyeke din a Şêx Seîd jî ji bo şermezarkirina vê biryarê li ser hesabê xwe dest bi parvekirina "Ala Kurdistanê" kir. Baroya Şirnexê jî li ser vê mijarê daxuyanî da û dîyar kir ku wê mijarê bişopînin.