Ji bo Amed û bajarên Herêmê hişyarîya bayê tozê hat dayîn.
Ji bo Amed û bajarên Herêmê hişyarîya bayê tozê hat dayîn.
Li gor nirxandinên dawî yên ji alîyê Navenda Texmîn û Hişyarî ya Hewayê ya Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, “Ji êvara roja pêncşemê û pê de li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Wan, Bedlîs û Mûşê tê texmîn kirin ku ji Sûrîye û Iraqê wê bayê toza rabe.
Hat dîyarkirin ku wê bayê tozê roja înê û roja şemîyê bi bandor be. Her wiha ji bo hemû neyînîyan hişyarî hat dayîn ku divê bi baldar û miqatebin.