Hat dîyarkirin ku Şîrîketa Anagold ‘para bêdengîyê’ daye malbatên li herêmê dijîn û ji malbatan peymana waadê wergirtine ku serdanên dadgehê nekin.
Hat dîyarkirin ku Şîrîketa Anagold ‘para bêdengîyê’ daye malbatên li herêmê dijîn û ji malbatan peymana waadê wergirtine ku serdanên dadgehê nekin.
Di nûçeya Sozcuyê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Wekîlê Zonguldakê Denîz Yavuzyilmaz dîyar kir ku şîrîketa Anagold a ku li navçeya Îliç a Erzinganê zêr bi siyanûrê dikole di sala 2016an de 130 hezar lîre pere daye malbatên ku li herêmê dijîn û bi gotina “ez ê serlêdana edlî û îdarî nekim” ji wan peymana waadê wergirtîye. Yavuzyilmaz derbarê vê peymanê de wiha axivî, “Bi pereyan hewl dan bêhiqûqîyê veşêrin.
Ew roj dolar 3 lîre bû, îro bûye 31 lîre. Bi pereyê îro 1,3 milyon lîre dane. Yên ku nexwestin vê peymanê îmze bikin jî rastê zextan hatin. Wan hêza madî bikar anîn e."