Welatîyên bi îdîaya ku zevîyên wan ên li Gelîyê Filyosê ku gaza Behra Reş tê de hat dîtin, bi awayekî derqanûnî hatine desteserkirin, anîn ziman ku ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û li mafên xwe bigerin.

Li gorê nûçeya Mustafa Ozdemîr ji Gazete Duvarê, gelê herêmê îdîa kir ku li ser parsela 372'an 50 donim erd bi qaçaxî hatîye desteserkirin.
Ji şênîyên herêmê Halîl Kose dîyar kir ku BOTAŞ di çarçoveya projeyê de bi qaçaxî ketîye erdên wan û wan serî li dadgehê dane û dîyar kir ku ger hewce bike wê serî li DMME'yê bidin.