Dadgeha Îdarî ya 20emîn a Enqereyê biryar da ku pereyên ji bo dermanên ku di tedawîya nexweşên penceşêrê de tên bikaranîn ji alîyê SGKyê ve bê dayîn.
Goksel Haşimoglu ya ku li Enqereyê bi nexweşîya penceşêra pêsîrê ketibû, ji ber buhabûna jîyanê, nikaribû dermanê xwe yê ku dozek 117 hezar lîre ye bikire.
Li ser vê yekê, li dijî SGK doz vekir. Dadgehê bi gotina "Pêşî gîhandina tenduristîyê nayê astengkirin" biryar da ku heqê dermanê ji alîyê SGK ve bê dayîn.