Biryara prîmên piştgirîyê yên ku ji cotkarên ku ceh an genim diçînin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Biryara prîmên piştgirîyê yên ku ji cotkarên ku ceh an genim diçînin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor qerara ku bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji bo cotkaran her kîloya genim 1 lîre û ji bo ceh jî 50 quruş prîma desteka ji cotkaran wê bê dayîn. Cotkarên ku dixwazin ji prîma piştgirîyê ya nû sûd werbigirin, yên ku di sala hilberana 2022’an de li Sîstema Qeydkirina Cotkaran qeydkirî ne, dikarin heya 1’ê Îlonê berhemên xwe bifroşin Ofîsa Berhemên Çandinîyê (TMO) li bajar an navçeya ku lê qeydkirî ne. Pergala Tomarkirina Cotkaran heta 16’ê Îlonê divê bi belgeyên kirîn û firotinê serî li midûrîyetên xwe bidin. Hilberînerên ku tê dîtin ku bi neheqî ji piştgirîyê sûd werdigirin wê 5 salan tu alîkarîyê negirin.