JI ÇALAKÎYA EDALETÊ RE ASTENGÎYA QEDEXEYA WALÎTÎYÊ
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji bo serbestberdana girtîyên nexweş û girtîyên ku înfazên wan hatine şewitandin hatibû destpêkirin, di roja 371’emîn de bi hinceta “qedexeya çalakî û bernameyan” ya ji bo 7 rojan a walîtîya Amedê, ji aliyê navenda polêsan ya bajêr ve hat astengkirin.
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji bo serbestberdana girtîyên nexweş û girtîyên ku înfazên wan hatine şewitandin hatibû destpêkirin, di roja 371’emîn de bi hinceta “qedexeya çalakî û bernameyan” ya ji bo 7 rojan a walîtîya Amedê, ji aliyê navenda polêsan ya bajêr ve hat astengkirin. Xwuşka girtiyê bi navê Hamdusena Ada, Reşahat Ada ku bertek nîşanê astengkirina çalakîyê da wiha got, "Em biryara walîtiyê şermezar dikin. Girtîyên me yên bi nexweşîya giran ketine hene û ji bo dengê wan bên bihîstin em ê nobeda xwe ya edaletê berdewam bikin." Keça girtiyê nexweşê giran Abdulhalîm Kirtay, Herdem Mervanî jî diyar kir ku çalakîya wan ji bo hiqûq, wîjdan e û çalakîyeke mirovî ye.