Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Parêzer Sûphî Ozgen, dîyar kir ku ew ê ji Stenbolê heta Enqereyê bimeşe û daxwazên xwe yên derbarê mafên ziman de bilind bikin.
Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Parêzer Sûphî Ozgen, dîyar kir ku ew ê ji Stenbolê heta Enqereyê bimeşe û daxwazên xwe yên derbarê mafên ziman de bilind bikin.
Parêzer Sûphî Ozgen ku bi xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî tê naskirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bi Kurdî û Tirkî daxuyanî da û got, “Ji bo daxwazên mafên ziman derbixim pêş, ez ê di 24’ê Tîrmehê de ji Stenbolê heta Enqereyê bimeşim.
Ez li benda piştgirî û hevgirtina her kesî me." Ozgen di 19’ê Tîrmehê de bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi daxwaza statuya kurdan û zimanê kurdî yekemîn doza navneteweyî ya li dijî Tirkîyeyê vekiribû.