Baroya Amedê serî li Wezareta Çand û Turîzmê da ku Zindana Dîyarbekir bibe muze.
Baroya Amedê serî li Wezareta Çand û Turîzmê da ku Zindana Dîyarbekir bibe muze.
Baroya Amedê derbarê Zindana Dîyarbekir ya Jimara 5’an ku piştê darbeya 12’ê Îlona 1980’yî bû navenda îşkenceyê û biryargeha leşkerî, xwest veguherînin muzeyê û di 21’ê tebaxê de serî li Wezareta Çand û Turîzmê da.
Baroyê di serlêdanê de xwest derbarê “Çêkirina Projeyên Muze û Qada Çandê ya Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê” de agahî werbigire. Wezaretê bersiva, “Desteya Şêwirê” da serlêdan baroyê. Baroya Amedê têkidlarî bersiva wezaretê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û destnîşan kir ku divê mexdûrên Zindana Amedê daxilî pêvajoya veguherandina girtîgehê bên kirin.