Ji teref Wezareta Xezîne û Darayiyê ve hat ragihandin ku wê li ser îthalata zêrê safî sepana "kota" tetbîq kirin.
Ji teref Wezareta Xezîne û Darayiyê ve hat ragihandin ku wê li ser îthalata zêrê safî sepana "kota" tetbîq kirin.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Xezîne û Darayiyê hat bihîstin, wezaretê ji bo ku tesîra neyînî ya îthalata zêrê safî ya li ser kêmasiya hesabê niha, kêm bike û ji bo rezervên diravî yên Tirkiyeyê piştgirî bike, biryar da ku "sepana kotayê" têxe rewacê.
Tê payîn ku xebatên qanûnî yên li ser heman biryarê ji aliyê Wezareta Xezîne û Darayî û Wezareta Bazirganiyê ve di demeke kin de temam bibe. Serlêdana kotayê wê li gor danûstendinên îthalat û borsayê yên saziyên navbeynkar were veqetandin. Bi biryarê re tê xwestin ku di hilberîn û bazirganiya zêr de hinardekirin teşwîq bike.