Ji bo tescîlkirina 20 cureyên xwarin û tahmên taybet ên Amedê serlêdan hat kirin.
Ji bo tescîlkirina 20 cureyên xwarin û tahmên taybet ên Amedê serlêdan hat kirin.
Ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve ji bo 20 tahmên ku di nav wan de "Eşkeneya Qûrhan a Amedê, Rûbeysa bi Goşt, Hillorik” hene, serî li Sazîya Patent û Markeyan da.
Serokê Daîreya Karûbarên Esnaf û Zeneatkaran a Şaredarîya Bajarê Mezin Ahmet Salduş destnîşan kir ku Amed di warê gastronomîyê de bajarekî pêşketî ye. Salduş bal kişand ku Midûrîyeta Gastronomî û Markekirinê ya Serokatîya Daîreya Karûbarên Esnaf û Zeneatkaran bi lez û bez dixebite û wiha got; “50 berhemên me yên taybet ên Amedê ji alîyê Sazîya Patent û Marke ya Tirkîyeyê ve bi nîşaneyên erdnîgarî hatine tomarkirin.
Hefteya borî 20 berhemên me yên herêmî yên ku di Sazîyê de hatibûn eşkerekirin, ji nû ve hatin namzedkirin û derxistin îlanê. Em li bendê ne ku piştê pêvajoya nirxandinê tahmên bajarê me bên tescîlkirin."