Li gor Salnameya Hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo Serokomar Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu yên ku mafê beşdarbûna dengdana duyemîn a ku wê di 28ê Gulanê de bê kirin, do dema propagandayê dest pê kir.

Wê di rêzbendîya pusûleyên ku ji bo du namzetan ji nû ve bên çapkirin de ti guhertin çênebe. Ji bo dengdana duyemîn jî wê di 20ê Gulanê de proseya dengdanê li derîyên gumrikê û li derve dest pê bike û di 24ê Gulanê de bi dawî bibe. Axaftina propagandaya radyo û televîzyonan jî wê di 24ê Gulanê de dest pê bike û di 27ê Gulanê saet 18:00 de bi dawî bibe.
Li Tirkîyeyê cara ewil hilbijêrên ku wê di 28ê Gulanê de ji bo sindoqa duyemîn biçin ser sindoqan wê bi heman kaxeza agahdarîya hilbijêran dengên xwe bi kar bînin. Tê texmînkirin ku YSK piştê pêvajoyên îtîrazê encamên hilbijartinê wê di 1'ê Hezîranê de eşkere bike.