Di hilbijartina 48. Lijneya Giştî ya Baroya Amedê de Nahît Eren cara duyemîn bû serok.
Di hilbijartina ku li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Sezaî Karakoç a Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat de, 2 hezar û 49 parêzeran dengê xwe dan. Nahît Eren, Muhsîn Oğurgül û Cengîz Baysal ji bo serokatiyê bihevdû re pêşbazî kirin û ji bo rêveberiyê jî 9 namzetên jin hebûn. Serokê niha Nahît Eren ku di serjimêrî de beşeke mezin ji dengan wergirtibû, cara duyemîn ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin.