JI BO SÎGORTEYA TRAFÎKÊ HER MEH ZAM DIKIN
Sazîya Birêkûpêkkirin û Çavdêrîyê ya Sigorteyên Taybet û Teqawitî bi giştînameyeke nû destûr da şîrîketên sîgorteyê ku ji serê Gulanê û vir ve her meh ji sedî 2,25 prîmên sîgorteyên trafîkê zêde bikin.
Sazîya Birêkûpêkkirin û Çavdêrîyê ya Sigorteyên Taybet û Teqawitî bi giştînameyeke nû destûr da şîrîketên sîgorteyê ku ji serê Gulanê û vir ve her meh ji sedî 2,25 prîmên sîgorteyên trafîkê zêde bikin. Polîçeya trafîkê ya mecbûrî ya ku di sala dawîn da ji sedî 125 zêde bû û wê di saleke pêş da ji sedî 51 zêde bibe. Bi giştînameya nû, prîmên sîgorteya trafîkê wê her meh ji sedî 2,25 zêde bibe û rêjeya zêdebûnê ya salane wê bigihîje asta rekorê ku ew jî ji sedî 30,6 e.