Li ser binçavkirin, girtin û lêpirsînên derbarê rojnamevanan pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.
Cîgira Serokê Giştî ya Partîya Kedê û Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca, derbarê binçavkirina rojnamevan Tolga Şardan, Dînçer Gokçe û Cengîz Erdînç û destpêkirina lêpirsîna derbarê Îsmaîl Arî, Ûgûr Şahîn û Ûgûr Koç de pirsnameyeke pêşkeşê Meclîsê kir.
Karaca di pirsnameya xwe de wiha got: “Tenê di nav 2 rojan de derbarê 6 rojnamevan de ji ber heman sûcê û tenê ji ber ku rojnamevanî dikirin lêpirsîna sûc hat destpêkirin û yek jê hat girtin.
Karaca di pirsnameya xwe de, ku bi daxwaza Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersivê bide, wiha pirsî, "wê derbarê çend rojnamevanên din de lêpirsîn bên dest pê kirin?"