Ji alîyê Wezareta Karûbarên Hundirîn ve, ji Midurîyeta Emnîyetê ya Amedê re tayînek nû hate kirin. Bi biryarnameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de hat zanîn ku cîhên 422 amîrên îdareya milkê hatin guherandin. Bi biryarnameyê Midurê Emnîyetê yê Bajêr ê Amedê Huseyîn Aşkin wek Serçavdêrê Polîsan hat wezîfedarkirin û wî kişandin navendê. Ji bo Midurê Emnîyetê yê Bajar ê Amedê re Midurê Emnîyetê yê Bajar ê Sakaryayê Fatîh Kaya hat wezîfedarkirin.

Derbarê tayînkirina nû de Wezareta Karûbarên Hundirîn daxuyanî da û got: “Bi biryarnameya Tayînkirina Amîrên Îdareya Milkê ya 2022’yan peywirdarên ku maweya wezîfeyên xwe temam kirine, di kategorîya Xizmetên Îdareya Milkî ya 422’yan de bi mazeret û xizmetê di çarçoveya biryarnameyê de cîh digrin, cîhên wan ên peywîrê yên nû bi erêkirina Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve hatin dîyarkirin.
Bi biryarnameyê digel Midurê Emnîyetê ji 5 Qeymeqamên navçeyên Amedê re jî tayînên nû hatin kirin. Bi biryarnameyan qeymeqamên Baglar, Çinar, Çêrmûk, Farqîn û Sûrê hatin guhertin.
Qeymeqamtîyên ku lê tayînên nû hatine kirin ev in:
Şûna Qeymeqamtîya Baglarê, Qeymeqamê Ayancikê ya Sînopê Îsmaîl Pendîk
Şûna Qeymeqamtîya Sûrê, Qeymeqamê Elbakê ya Wanê Asim Solak
Şûna Qeymeqamtîya Farqînê, Qeymeqamê Bêşebabê Hasan Uguz
Şûna Qeymeqamtîya Çinarê, Qeymeqamê Yozgatê Muhammed Fatîh Gunlu
Şûna Qeymeqamtîya Çêrmûkê, Qeymeqamê Fekeyê ya Edenê Vahît Yilmaz hat wezîfedarkirin.