Di heyama ku namzedên memûrtîyê li hêvîyê bûn ku mulaqat bi temamî bê betal kirin, ji bo mamostetîyê serdema mulaqata li pêş kamerayê dest pê dike.
Di heyama ku namzedên memûrtîyê li hêvîyê bûn ku mulaqat bi temamî bê betal kirin, ji bo mamostetîyê serdema mulaqata li pêş kamerayê dest pê dike.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasimeke ku di 11ê Nîsana 2023an de hatibû li darxistinde gotibû wê mulakat were betal kirin.
Lê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, do êvarê di weşana zindî ya ku beşdar bû de berovajî vê daxuyanîyê axivî. Wezîr Tekîn diyar kir ku wê ji bo tayînkirina mamosteyan mulaqat bidomin.
Tekîn, diyar kir ku wê hemû pêvajo bi kamerayê bê qeydkirin û wiha got: "Bi vê awayê em dixwazin îdiayên derew ji holê rakin û her wiha bipîvin ka namzedan tiştên ku li zanîngehê hîn bûne çiqasê fêr bûne."