JI BO LÊKOLÎNA KARASETA ÎLÎÇÊ WÊ KOMÎSYONA MECLÎSÊ BÊ AVAKIRIN, BIRYAR DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HAT WEŞANDIN
Biryara TBMM a derbarê avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ya derbarê felaketa di kanê ya li navçeya Îlîç a Erzinganê da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryara ku hat weşandin, bûyer wek "qeza" hat binavkirin û hat ragihandin ku ji bo lêkolînê li gorê xala 98'emîn a Qanûna Esasî û xalên 104 û 105'an ên Rêziknameya Navxweyî, ji bo lêkolînkirina hemû alîyên karesatê û destnîşankirina tedbîrên ji bo pêşîgirtina li bûyerên bi vî rengê biryar hatîye dayîn ku lêpirsîn Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.