JI BO KHKYÎYAN SEPANA “TC YA QEDEXEKIRΔ A BANQEYAN ÎFŞA BÛ
Welatîyê ku bi KHKyan ji kar hatibû dûrxistin, di heyama ku xwest pere ji banqeyê bikêşe, piştî ku banqeyê jê got tune ye hat îdîakirin ku sepana “TC ya qedexekirî” ya banqeyan derket holê.
Welatîyê ku bi KHKyan ji kar hatibû dûrxistin, di heyama ku xwest pere ji banqeyê bikêşe, piştî ku banqeyê jê got tune ye hat îdîakirin ku sepana “TC ya qedexekirî” ya banqeyan derket holê. Li gorî nûçeya di Rojnameyê Dîwarê de cih girt, dema welatiyê bi navê Mazlum Çetînkaya ji bo pereyê ku kurê wî yê li derveyê welat jê re şandîye bikişîne çû banqeya dewletê ya li Meletiyê. Karmendê banqayê ewil got ku di destê wî de pere tune. Paşê jî dipirse “Tu li ku dixebitî?” hat îdîa kirin ku ji ber Çetînkaya dekonta pereyên ku jê re hatiye şandin û israra xwe nîşan daye, karmendê bankayê ji Çetînkaya re gotiye, "Hişyarîya TC ya qedexekirî distînim." Çetînkaya, komtura karkerê banqeyê dibîne ku li ser ekrana wê “Ev muşterîyê xwedîyê vê TCyê di rêza qedexekirî de ye” nivîsandî ye.