Li Rihayê jineke di qenala avê ya ku aîdê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ye xeniqî hate dîtin û hat îdîakirin ku jinik xwe kuştîye. Di qenala avê ya DSÎ’yê ya ku li taxa Kutukluyê ya girêdayê navçeya Herranê ya Rihayê ye duh cenazeya jinekê tê de hat dîtin.

Li ser cenazeyê nasname nehat dîtin û ji bo otopsîyê jinikê birin morga Nexweşxaneyê ya Dewletê ya Herranê. Piştê otopsîyê hat dîyarkirin ku cenaze aîdê jina bi navê Emîne Gokgoz’ê ku 19 salî ye. Di lêkolînan de hat îdîakirin ku Gokgoz xwe kuştîye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.