Jina ku di pîrozbahîya Newrozê ya Hatayê de şalê kesk, sor û zer li xwe kiribû, cezayê girtîgehê lê hat birrîn.
Jina ku di pîrozbahîya Newrozê ya Hatayê de şalê kesk, sor û zer li xwe kiribû, cezayê girtîgehê lê hat birrîn.
Di derbarê Mencî Orman a 67 salî û keça wê Şahîde Orman Ozek de, bi îdîaya ku di sala 2015'an de li navçeya Dortyol a Hatayê, di pîrozbahîya Newrozê de şalê kesk, sor û zer hilgirtine, bi îdîaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" du dozên cuda hatîbû vekirin. Yekemîn danişîna dozê, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê hat dîtin. Dayîk û keça wê ku ji ber dozê dihatin darizandin, tev li danişînê nebûn û parêzera malbatê Mehtap Sert, ji bo muwekîlên xwe biryara beraetê xwest.
Heyeta dadgehê bi îdîaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê li Mencî Orman birrî û eşkerekirina biryarê taloq kir. Ji ber ku Şahîde Orman Ozek li nexweşxaneyê bû, heyeta dadgehê danişîn taloq kir.