Wezareta Edaletê ya ku ji bo guherandina Qanûna Înfaza Cezayê dest bi lêkolînê kir, ji bo girtî û mehkûmên ku nexweşiya wan giran e, plan dike ku bi şert serbest bên berdan.
Wezareta Edaletê ya ku ji bo guherandina Qanûna Înfaza Cezayê dest bi lêkolînê kir, ji bo girtî û mehkûmên ku nexweşiya wan giran e, plan dike ku bi şert serbest bên berdan.
Di çarçoveya rêziknameyê de wê 'muayenekirina bi kelepçe ya doktor' jî bê rakirin. Hat diyarkirin ku rêziknameya navborî dê di meha cotmehê de wek pêşniyar pêşkêşê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê were kirin, lê belê ev pêşnûme wê mehkûm û girtiyên ku "meyldariya wan a tundiyê heye û kesên ku bi terorîzmê tên tawankirin, nake." Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan 1517 girtî û mehkûmên nexweş hene. Ji van kesan rewşa 651’an giran e.