Ji bo zem li mûçeya herî kêm bê kirin wê îro civîna ewil a Komîsyona Tesbîtkirina mûçeya herî kêm bê lidarxistin.
Ji bo zem li mûçeya herî kêm bê kirin wê îro civîna ewil a Komîsyona Tesbîtkirina mûçeya herî kêm bê lidarxistin.
Li ser navê kardêran TÎSK, li ser navê karkeran jî TURK-ÎŞ û wek nûnrên dewletê jî wê burokratên Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî wê beşdarê civîna ku îro ji bo zêdekirina mûçeyê herî kêm tê lidarxistin bibin. Komîsyona Tesbîtkirinê ji bo dîyarkirina mûçeya herî kêm a sala 2023an wê îro civîna xwe ya yekem û di 14ê Kanûnê de jî civîna duyemîn li dar bix e. Piştê 3 civînên ku bên kirin, wê mûçeya herî kêm a sala 2023’an bê ragihandin. Tê texmînkirin ku bilindbûna mûçeya herî kêm di hefteya dawî ya meha Kanûnê de were ragihandin. Mûçeya herî kêm hê jî di asta 5 hezar û 500 Lîre de ye. Mûçeya herî kêm a ku di meha Çileyê ya îsal de ji sedî 50 zêde bû derket 4 hezar û 253 lîreyan, bi zêdebûna meha tîrmehê re bûbû 5 hezar û 500 Lîre.