Derbarê baye tozê û barîna baranê de ji bo Amedê û herêmê hişyarî hat kirin.
Derbarê baye tozê û barîna baranê de ji bo Amedê û herêmê hişyarî hat kirin.
Li gor rapora rojane ya hewayê ya Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Hewayê ya Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, tê texmînkirin ku li Amed û li seranserê Herêmê, hewa pir ewrayî be û dibe ku li herêmê bi vedana birûskan re baran bibare.
Li derdora Amed, Mêrdîn û Rihayê tê texmîn kirin ku wê bayê tozê rabe. Her wiha germahîya hewayê jî wê 2-3 pile kêm bibe û car caran wê ba rabe.