Ji sibê pê ve ji bo Amed û bajarên Herêmê hişyarîya barana bi birûsk hat dayîn.
Ji sibê pê ve ji bo Amed û bajarên Herêmê hişyarîya barana bi birûsk hat dayîn.
Li gor daxuyanîya Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ve hat dayîn, li navçeyên Pasur û Farqînê di 10ê cotmehê de ji serê sibê ve wê birûsk û barana gur bi bandor be. Tê texmînkirin ku li derdora Colemêrg, Wan, Bedlîs, Agirî, Îdir, Mûş, Sêrt, Êlih û Şirnexê û li rojhilatê Amed û Mêrdînê jî di 10ê cotmehê de wê birûsk û baran gur dest pê bike û 2 roj berdewam bike.
Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin ku divê li hember neyînîyên wek lehîyên ji nişka ve, birûsk, bayê xurt ji nişka ve û bahozên demkurt û astengîyên çûnhatinê baldar û hîşyar bin. Tê payîn ku barana zêde sibê dest pê bike û 11ê Cotmehê roja Çarşemê bandora xwe winda bike.