Ji bo navenda Amedê û hemû navçeyên wê hişyarîya ji bo barana zêde hat dubarekirin.
Barana gur a ku duh bi şev li Amedê dest pê kir, dewam dike.
Di hişyarîyên ku ji alîyê Meteorolojî û AFADê ve hatin kirin de hat destnîşankirin ku divê li hember neyînîyên wek lehî û bilindbûna avê ya ji nişka ve ji ber barana zêde bi baldar û hişyar bin.
Li gor daneyên Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, li navenda Amedê, li hemû navçe û bajarên herêmê wê heta dawîya hefteyê piranî baran bibare.