Ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarîya barana gur hat dayîn.
Li gor rapora rojane ya pêşbînîya hewayê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, li Amed û navçeyên wê hewa ewrayî be.
Li seranserê herêmê demên nîvro barana gur dest pê dike. Tê texmînkirin ku li Amedê û Rihayê dem bi dem baraneke gur bibare.
Hat dîyarkirin ku germahîya hewayê wê di çarçoveya normên demsalî de be û ba jî wê car caran bi hêza xurt were.