Ji ber barana zêde û barîna berfê ya bi şev ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarî hat dayîn.
Di daxuyanîya Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê da wiha hat gotin:
"Ji danê êvarê heta bi şeva Înê li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê baraneke gur bibare, li derdora Wan û Bedlîsê berfeke zêde bibare, li derdora Colemêrg, Wan û Bedlîsê û li cîhên bilind û li rojhilatê Sêrt û Şirnexê tê payîn ku berfeke pir zêde bibare.
Hat dîyarkirin ku divê li hember neyînîyên wek lehî, bilindbûna avê, astengîyên hatûçûnê, cemedê ku li herêmên berf dibare baldar û hişyar bin.