Nanpêjvanan dîyar kirin ku ji ber buhabûna ar û nan a li pey hev, gel berê xwe dane nanê neteze ku erzan tên firotin.
Piştê ku rêjeyên enflasyonê hatin ragihandin, zêdebûn li pey hev hatin.Tê payîn ku buhayê ar û nan jî zêde bibe.
Di nûçeya Ajansa Mezopotamyayê de esnafê ar difiroşe Îbrahîm Ozturk dîyar kir ku ji ber buhabûna nû di rewşeke zehmet de ne û wiha got: “Dema ar zêde dibe nan jî zêde dibe. Gel hat wê halê ku nikare nan bikire.
Berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Berê etîket hebûn, buha dîyar bûn û sal bi sal zêde dibûn.
Êdî her roj zem pêk tê.” Nanpêj Alî Ûlfer, dîyar kir ku ji bo firotina nanê neteze daxwazeke mezin heye û wiha berdewamkir: “Her roj mirov tên û nanê kevin dixwazin. Dema nanê kevin peyda nebe, xelk bêyî ku nan bikirin vedigerin."