JI BER SÛCÊ DESTDIRÊJÎYÊ LI MELAYÊ MIZGEFTÊ 21 SAL CEZA HAT BIRÎN
Danişîna doza melayê ku li navçeya Baglara Amedê di qursa Qur'anê de ders dida, bi hinceta sûcên destdirêjî li zarokekî kirîye û bi gefxwarinê mafê azadîya zarok binpê kirîye, dihat darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Bilind a Amedê hat dîtin.
Danişîna doza melayê ku li navçeya Baglara Amedê di qursa Qur'anê de ders dida, bi hinceta sûcên destdirêjî li zarokekî kirîye û bi gefxwarinê mafê azadîya zarok binpê kirîye, dihat darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Bilind a Amedê hat dîtin. Mela Kadrî Ozkaya di rûniştina dozê de, di parastina xwe de îdiayên xwe yên berê dubare kir û îdia kir ku piştî bûyera 24ê Tebaxê bi bavê zarokê re minaqeşe kiriye û ji ber ku di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de sela xwendîye ji aliyê hin kesan ve hatîye hedef nîşandan û “Li dijî wî komploya siyasî hatiye çêkirin.” Dadgehê bi hinceta destdirêjî ya li zarok, 18 sal cezayê girtîgehê lê birî. Piştre jî dadgehê bi sedema ku sûcê hatiye kirin jî bi zorê û gef xwarinê pêkhatîye ceza zêde kir û cezayê tometbar jî bû 21 sal.