Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar derbarê qezaya ku li Mêrdîn pêk hat û 6 kesan jîyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn de daxuyanî da.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar derbarê qezaya ku li Mêrdîn pêk hat û 6 kesan jîyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn de daxuyanî da.
Sancar ji malbatên kesên di qezayê de jîyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û di peyama xwe de wiha got: "Nûçeya yekem a bi êş a "qeza" ya sala nû ji Mêrdînê hat. Îhmalkirina di rêyan de mirinan bi xwe re tîne. Ji bo hevwelatîyên xwe yên ku jîyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmet, ji bo malbatên wan jî sebrê dixwazim. Her wiha ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim."