Li Amedê germa 'Eyyam-i Bahûr' ku germahîya hewayê ji 42 pileyê derbas kir, bandora xwe berdewam dike.
Li Amedê germa 'Eyyam-i Bahûr' ku germahîya hewayê ji 42 pileyê derbas kir, bandora xwe berdewam dike.
Ji ber germê li zebeşên Amedê jî zîyan pêk hat. Hat hînbûn ku zebeşê ku hat dîyarkirin ji ber germê li ser zevîyan xera bûye, vê hefteyê jî li sûkê derneketîye ser dezgehan. Kêmbûna zebeşê Amedê ya ku kîlo bi 6-7 lîre dihat firotin, bazar arasteyê zebeşê Edene û Bursayê kir.
Ev zebeşên ku ji dervayê bajêr tên, li sûkê kîloya wan bi 12 lîre tên firotin.