Terkên ku di erdhêjên Mereşê de li qeraxa Çemê Firatê ya navçeya Siwêregê ya Rihayê çêbûn bû sedema fikaran.
Terkên ku di erdhêjên Mereşê de li qeraxa Çemê Firatê ya navçeya Siwêregê ya Rihayê çêbûn bû sedema fikaran.
Hîndekarê Beşa Erdnîgarîya Zanîngeha Harranê Prof. Dr. Sedat Benek, dîyar kir ku piştê erdhêjê liv û tevgera erdê û çêbûna terkan asayîye û got ku di dema erdhêjê de hin perçeyên zinaran hêsantir dikevin. Dr. Benek wiha berdewamkir; "terkên li qeraxa çemê Firatê çêbûne, di bin bandora erdhêja ku bi rêjeyek mezin pêk hat de çêbûye. Gelê herêmê ku li derdora çem dijîn, ji ber terkan bila nekevin nav metirsîyê.”