Zêdebûna dovîzê bandora xwe ya li dermanxaneyan berdewam dike.
Zêdebûna dovîzê bandora xwe ya li dermanxaneyan berdewam dike.
Ji ber ku hinek derman li her cîh nayên peyde kirin, kesên bi nexweşîya giran û bi lezgînî ew derman jê re pêwîst e, li hemû dermanxaneyan digerin da ku derman peyda bikin.
Dermansaz li benda verastkirinek nû ya nirxê ne da ku pirsgirêka "peyde nekirina dermanan" çareser bike.
Endamê Lijneya Rêveberîya Odeya Dermansazên Stenbolê Murat Tûlû dîyar kir ku di koma antîbîyotîk de jî pirsgirêk heye. Tulu got, "Dermanên tansîyona xwînê, dilopên çav û hin dermanên analjejîkê nayên peyde kirin û pirsgirêkan bi giranî dest pê kir."