Piştê zema mazot a ku 2,56 TL zêde bû, wê ji îşev pê ve ji buhayê benzînê re jî wê zem were kirin.
Ji ber buhabûna petrola brent, guherîna diravên bîyanî û daketina nirxê TL ku berdewam dike, di serî de dibe sedema bilindbûna neftê û hemû berhemên din.
Piştê ku lîtreya firotina mazotê ji 45 lîreyê derbas bû, ji 15ê Sibatê pê ve li benzînê lîreyek û 79 quruş wê zem were. Piştê zemê li Amedê lîtreya benzînê wê bibe 42 lîre û 82 quriş.